Êvarekî, wextê ku roj qulipî û çu ava, jinekê cîwan bi serê xwe û tenê derket derve, û çu û bi pêxwasî li devkeva behrê ji xwe re gerîya. Devkeva behrê jî tev bi sêleh û bi xîzeke hûr û tenik bû. Piştê ku qasekî meşîya, sekinî û li pişt xwe nihêrî ku şûnpên xwe bibîni, ku li dû xwe di qûm û xîza keraxê de hiştibû. Lêbelê ji ber ku pêlên behrê tev dabû li ser û winda kiribû, çavên wê ti şûnpên wê neket. Zivirî û xwest ku dîsa jî ji xwe re bi dilê xwe bimeşe. Lê ji nişkave li pêşîya xwe çi bibîni, baş e? Agirekî gurr pêketîye, li rexê agirê jî di nav betanîyekê de jinekê pîr û extîyar rûniştîye. Di destan de jî kîtabekê bergçerm, hêdî hêdî rûpelên wê diveke û diwergerîni.
Ber bi vê jina extîyar ve çu jinika cîwan û jê pirsî:
- Ji kû ve derketî û hatî tu? Bêhna din jî tu ne liha bûyî. Û te ev agir çawa wiha hema zû bi zû ji nişkave berdayê?
- Pirs û pirsyarên wê hindekî wiha bê cewab man. Lê bi çendekî dûmahîyê re seh kir ku bi dengeke zelal û dinyadîtî vê kesa hanê bersîvek da:
- Kerem bike keça min, birûne tu li ba min. Gotineke min heye ji te re. Dixwazim tiştekî nîşanê te bidim.
Jina cîwan rûnişt li balê, dît ku vê kesa xerîb û extîyar ew pirtûk dirêjê wê kir. Wê jî girt û bi mereqekî mezin ji serî de per bi per lê nihêrî. Dît ku çîroka heyata wê bi xwe, ji biçûknahî û heta wê demê di wê kitêbê de dixuyê. Bê guman, şaş û heyîrî ma. Xwend û xwend, û paşî gihişt wê rûpela derheqê wê dema ku ew û ew jinika pîr li keva behrê li ser wê kevsêlehê, li nik agirê rastê hevdu hatine. Piçekî sekinî û melheze kir. Xwest ku bi vekirin û wergerîna perên kitêbê dewam bike, lê bi vekirina re dît ku rûpela ewil temîz û virtûvala ye. Matmayîna wê zêde bû. Bi heyecanekî kelekel despê kir ku rûpelên mayî jî bizivirîni û lê binêri, lê dît ku ewana jî vala û paqij dixuyên.Di halekî bi tirs û matmayî de berê xwe da li wê jina extîyar û jê lavaûhêvî kir ku jê re bêji û îzah bike ka çiye û çi mesele ye. Mereq kir û pirsî:
-Ev tê wê wateyê ku jîyana min gelo îşev li vir diqede û xilas dibe?
Xanima di nav betanîyê de xwepêçayî:
-Na, cana min. Tê wê menayê ku jîyana te îşev despê dike.
Piştê vê gotinê, kîtaba ku dayî xanima cîwan, jê stand û bi nivîsên wan ve rûpel bi rûpel çiritand û çîrvîrî kir û avête di nav êgir ta ku dor hate rûpela qisma vala û nenivîsî. Li wir sekinî û dîsa kîtaba vê carê tev bi rûpelên vala û nenivîsî dirêjê wê kir û dayê.
“Tu dibînî” got. “Mina ku avpêlên behrê li rêçeşûnpên te da û tev şust û winda kir, jîn û rojên te ên bihurîn jî heman wisa diçin û êdî navegerin heta hetayê. Dem û jîna ku tu lê xweyî yî, hema liha û niha ye. Her demgavekê nû despêka heyata te a tê ye, ji bo dahatûyeke têr û tejî ye, ji ber ku êdî demderfetekî wisa cara duyem li ser te ve nayê.
Li dû û li ser van hemîyan re a girîngtirîn ew e ku ji bo hezkirinê her rojekê nû kês û îmkanekê desneketî ye; heskirina kesekî an a tiştekî, bo mînak, ku dibe ku cara duyem qet bi destê te nekeve.
Ku heke em bên li ser dahatûya te jî; tu çi sifn û rengê dideyî tu bi kêfa xwe yî, a rastî; bizane ku di destê te de ye, ji ber ku hêj nehatîye nivîsîn”.
Piştê vê kurteaxivîna xwe, çanê ku bi ewayekî razyar û xerîb xuyabibû, ev xanima extîyar rabû û ber bi alîyê rastî ve meşîya û ket nav reşetarîya şevê û windabû û çu…
william oak
Sınır Dergisi / Sayı 3 / Mayıs - Haziran 2010
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder