biçûka malan
delala dilan
gula bax û baxçan
xezala mêrgan
çima çavên xwe wisa miz didî
qey xewa te a sivik û şirîn tê
biçûka malan
delala dilan
kuwene ez rabim rast kim dergûşê
rêz kim çend lorîyan b’rengê hewîşê
xelata rehman
dilopa çeman
sebra tengîyan
ronîya şevan
tama hingîvan
strana lêvan
çima nahewî û dikî girînê
qey tu diêşî j’tînan û birçînê
sebra tengîyan
ronîya şevan
kuwene rabe dayîka wê zû ke
nanê hûr ke mast jê re pirtûn çike
dermanê kulan
çûka devîyan
stêrka ezmanan
hinara daran
sirra zimanan
hênikîya waran
çima natebitî di hundir malê
kêfa te hatibe em b’gerin l’der malê
stêrka ezmanan
hinara daran
kuwene ez rabim te danim l’ser milan
l’te bidim nas kirin jana bilbilan
guleroja tavê
qîza şaîrbavê
adar2008wan
Sidîq GORÎCAN
Sınır Dergisi Sayı 4 / Temmuz Ağustos 2010
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder