li derîzana mala xaleta xwe
ku guleke sor min dî li vê wextê payîzê
tu ketî bîrahîya min ey evîn
ku bê te dilê’m rehetî narazê
xemkenîyeke narîn û tenik
li ser lêv û hinarkên min rûnişt
min ji bîr kir î’dana şirîn
ketim rêwîtîyeke bê serûbin
ji xwe re xeyalên nedemî
min berhevand
û rist
wextê gûz û gûhîjan e
şîlan û tawîlokan jî sor kirine
lê ey gula sor û gihayî
te ez kirim mêvanê bêmal
berê min da rêzebendên êşîn û tenahî
êlûn2008hîzan
Sidîq Gorîcan
Sidîq Gorîcan
sınır dergisi / sayı 2 / mart nisan 2010
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder