Bi awirên bê wate li min menihêre
Evînê min negotî, pirsên min veşartî, hestên min dewisandî mehêle
Bi nermî li min binihêre
Ku derkevin hole hemû veşareyên min ên jibo te
Awirên min qirfok, çavên min bi girî, hestên min nermijî,
Dilê min vala (n)mehêle
Ku hesteke bi esîl tehm bigire li ser zimanê min
Hêviyên min meşikêne
Hêsrên min bila toz negirin û ber evîna te ta negirim
Min bi jîndarî(xweşî) hînî axa mirinê meke
Du tayên porê xwe yê kuruşk dîyarî min bike
Ku ez li vî bajarî bê xevnên xwe tikûtanê neminîm
Bi çirûskên çavên xwe min sermest bike
Ku ez bi dizî nefikirim
Di mewijkên çavên te re di kûrahiya dilê te binêrim
Wek kuliyên berfê (pûzrik) ên ku bi bengî diweşin xwe ber dilê tedim
Pêta dilê xwe ya bêhempe bavêjim rehên dilê te
Ji nû de vejînim giyanê evîndara xwe
Jibo ku stêrkên me li ezmanan beremberî hev biçirûsin
Jibo ku evînên cîhanê bi bêhna evîna me bimehên.
Mistefa BÎRÎŞÎK
sınır dergisi / sayı 2 / mart nisan 2010
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder