Evd im
Ez gul im
Di laşê axê de elem im
Diêşim
Ax diêşe
Ji ber min dinale
Li canê min dicive
Dixwaze derke
Ji min xelas bibe
Yan jî jîyanekê ava biki
Evd im
Ez tuxumekî di axede mim
Şîn nabim
Evd im
Dernabim
Xwe bi zikê axe digrim
Lê belav dibim
Dibêjim
Hey ax
Ez evdekî nesax
Ser rûyê erdê nebûm sax
Hembêza te de bimînim ax
Bila pêsîra min bibe ax
Doşeka min jî ax
Malzarya min bimîne ax
Mezelê min bibe ax
Sax ne sax
Bila di laşê te de bim ax
Ev dim
Tunebûnek bê hebûn im…
Mahsum ÇÎÇEK
Sınır Dergisi / Sayı 7 / Mart Nisan 2011
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder