Şev xopan
Tarî bê rûçik
Min tu naskirî
Ren û neşûştî bûyî.
Min xwezîya xwe
Bi flamîngoyek anî
Li bintara Gola Wanê.
Pêlên avê
Bûne stranên pola
Min hemêzkirina wan
Ya kevirên seqî mêzekir.
Qafikan digerim di nav avê de
Qafikên bi nexş.
Naxwazim
Daristanên bê binî
Bi aramî
Guh didime çîyayên bilind.
Duh ve bîrya meha Avrêl ê dikim
Bîrya keserên xwe
Û çavên şil.
Hê şapatek di ser me de nehatî ye
Daxwaza çîke şilî dikim
Ji Yezdan
Ji hetikandina hestên xwe
Fikara dikim.
Mîna hecheck a havî,
Naxwazim bibime dizê gewrîya xwe.
Di sîha dilên şıkestî de
Qulubîm
Û poçika pênûs a nezanekî de
Bûme hawar..
Bendewarê şopa xwe me
Şopa xwe ya rûreş.
Dı guleke bêhndayî de
Nazyan nagerim..
Lê di kele kela havînê de,
Nale nala zivistenê me.
Bi kelogirî
Li mişextîyê me
Zend Avesta yê
Sond bı min dane xwarin
Sonda bê rade
Di helwestên xwe de
Vedişêrim
Hêvîyên xwe
Yên bi agir hatine şûştin.
Berham MÎRZOSınır Dergisi / Sayı 7 / Mart Nisan 2011
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder