13 Aralık 2012 Perşembe

Teyreke xerîb û asîmaneke dûr.


                                Ji bona pîra Ibêda…


Gava li wê îtiboza debdebe û herî mezin siwar hat, di ber xwe di jî dipeyîvî  “ma nizanim bê çi ji qemyonê kêm bû, min li vê îtibozê siwarkirin”

Ji bo pîra Ibêda xerabiya herî mezin, xirakirina tiştê ku li ser wan fêr bûye ye. Ji ber ku, ji tiştê nû re wextê wê nemayi. Heta li ser wan fêr bibe jê re  demeke dirêj pêwîst e…
Tiştê ku li ser wan fêr bûye, hevalê wênî kevnareni.. Gava dest bi tiştê nû kir, dibe ku dilsoziya xwe û yên hevalên xwe xerabike. Ji xwe, gava ku ji ser kerê daket û bi qemyonê re hat naskirin, dilsoziya wê û kerê, ji cihekî zirav hatibû şikenandin.

Îro ev çi îtiboz e?
Malbata wê rêya daristanê girtibû, wek her sal. Li paş xwe pir tişt hiştibûn.
Rê ji wan re pir dûr dihat, her ku ji warê xwe dûr diketin.
“Dinya çima ev qas mezin bû? Ma ev  ne xedarî ye? Çima dawî lê nedihat? Ma  ewê rê hîn jî biçûya? Ma ewê warê wan hîn jî dûr biketa? Ev çi dem û dewran bû?”

Belê rewşa wan çi qas bi xemgîn jî bû, tiştnê baş jî hebûn li oxira vê rêyê.
Ewê ji xwe re çend telîs bindeq, çend qurîş pere bidana hev.
Li zivistanê bastêq û bindeq li mala kîjan mirovî hebûya, şûr simbêlê wan nedibirî.
Şevê da ser wan, lê hîn ne gîhiştibûn bajarê ku daristan lê…
Îtiboz li ser rêya xwe  li rawestgehekê sekinî… 
Pîra ibêda jî jê peya bû, destnimêja xwe girt û li qublê difîkîrî. Li mizgeftê ev qas xwe bêçare dît ku, kîjan kesî  jê re bigota quble ev e, wê jê bawer bikira. Bi rihêke dilsar nimêja xwe kir.
Gava mirov ji warê xwe dûr diket, qubla mirov jî li paş dima…
Ma ev xerîbî çima ev qas dijwar bû. Vegeriya îtibozê û li ser paldanka xwe rûnişt.
Razan şerm bû ji bona wê, di nav ew qas mirovê nenas de…

Xew tişteke veşartî bû.

Bûka wê, bala xwe da paldanka pîra Îbêda û bi dengekî bi tirs go “yadê, te paldanka îtibozê şikenandiye!”
Pîra Îbêda li paldankê nerî û dev tiliya xwe kir û go “ka îjar emê çi xweliyê li serê xwe bikin. Qewla bavika digotin, lawik çû heyfa bavê, qûna dê li ser kîr!
Tu ji xwe re li dewlemendiya vê îtîbozê binêr, ka Xwedê tenê zane bê paldanka wê  bi çiqas pere ye. Keçê, qêy Xwedê bext û siûd bida min, îro ev qeda ma dihate serê min? Rebenê, ka em derdê xwe ji kî re bibêjin? Dinya bûye bê ya star! Kesî kesa nemaye.”

Bûka pîrê zirav qetandî bibû, ji xwe re li pîrê guhdar dikir.
Gotin bihata ser wê, ewê bigota “tu gunehê min tuneye”. Lêbelê ma ewê zilamê wê, negota “hey porkurê, ma min diya xwe spartê? Qey tu kor bibû?”

Ev qeda bi nêvî bû.

Pîrê çi qas giriya, dît ku bê fêde ye. Li ber xwedê geriya, lê paldank rast nebû.
“Dibe ku ev qeda hatiye serê min, bibe keferatê gunehê min.”
Çavê pîrê li ser alîkarê ajovan bû. Lawê pîre gava li îtibozê siwar bibû, ji diya xwe re gotibû “Wexta tu tî bûyî, ji vî xortê alîkar avê bixwaze, bila ji te re bîne”
Pîrê tî bû, belê ji tirsa nikarîbû av bixwesta.
Hinek xwarin di tûrikê wê di hebû. Lê çima ewê ji tûrikê wê deng derketa, dibiziya ku dest tûrik xwe bide.  

Çariya xwe li dora paldankê girêda. Cihê ku xahr bibû hat veşartin.
Îtîboz li rawestgeheke din sekînî. Pîra ku dixwest rê biqede, îjar li ber Xwedê geriya ji bona ku dawi li rê neyê.
Zarokê pîrê çi qas li ber pîrê geriyan, lêbelê pîrê go “ez betîlî me. Hûn ji xwe re dakevin”
Bûka pîrê jî xwest ji îtibozê dakeve. Belê Pîrê pirs kir “ Qaşo tu hevala min bû. Mirov hev tenê nahêle”
Buka pîrê go
-Yadê ezê herim nimêja sibê
-Temam, gava tu çû ser cilnimejê, ji Xwedê re bibêje, diya min Ibêda li himberî te gunehek kir, daneket nimêjê, tu lê bê rehmê. Wê ji vê rewşa zor xelas bike
-Yadê ma Xwedê her tiştî dibîne. Ne pewîst e ez pê re ev qas biaxifim. 
-Keçê nezanê, li ser nimêjê ewê daxwaza te qebûl bibe”

Bûka pîrê gava ku çû, pîrê xwe tenê dît.
Bi xwe  fikirî û go “wey dinyayê, gora reş û tarî jî wek vê rewşa min a niha ye”
Ji xwe re li paldanka birîndar nerî, go “ law ez ne hostê te me, heger min ji birîna te fêm bikira b’Xwedê dê min ji te re dermanekî kurmancî çêkirîbûya, lêbelê ez bêçare me”

Kilamek bav û kala hat gûhê wê…

Lolo hekîmo, tu yê merhemekê ji birîna birîndarê mala bavê min re çêkî
Tovê henikê, ji donê zeytê, koka darê dara Mazî
Wey esmerê biînî şîrê teyrê bazî, emê pêşkêşî hekîmê xwe kin
Bo xatirê birîndaran zêrê serê van pîrekan hekîm
Heger tuyê birîndare mala bavê min sax kî
Tu yê bi zêrê bi serê me qaîl bû, qaîl bû qaîl nebû,
Ezê pêşkêşî hekîmê xwe kim rûkê henarî, gerdena nazî…
Evdal im evdal im… nemînim nemînim…
Wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê min xedar e, neêşîne…

Her tişt jê re xerîb dihat. Birçî bû, zewade neketibû devê wê. Çogên wê betîlî bûn, lêbelê ji tirsa daneketibû rawestgehan. Nimêja wê lê çubû. Xwe gunehkar didît. Ev xelkê li dora wê bîhistina ku paldank hatîye şikênandin wê bihetîkiya.  Kes ne di halê wê de bû. Ne hesîrên zindana û ne brîndarên bi sed guleyan di vê rewşê de bûn.

Îtîboz gîhaşt bajarê ku daristan lê. Pîrê, tu mele, şêx, sofî, ewliya, tirbên pêyxemberan û qencê Xwedê nehişt ku gazî û hewara xwe negihîne wan. Belê, deng ji kesekî nehat. Ker ketibû heriyê. Ji xeyrî xwedî, kesekî nikarîbû çareserîyekê peyda bikira. Rêwî hemû daketin ji îtibozê. Pîrê tenê ma. Xwest ku milet  belav bibin, ji bona li ber ajovan bigere û xwe bavê bextê wî. Alîkarê ajovan hat ba pîrê û bi rûyêkî ken go “pîrê, ez bi hêvî me ku rêwîtiya te gelekî baş qedîya. Ji bo ku pişta te neêşi min paldanka te rastkiribû hinekî. De derbasbûye be”
Gava gotina xwe qedand,  pêl bişkoka paldankê kir, paldank wê gavê rast bû…
Pîrê bi rûyêke zer û serma girtî, go: “wey li min rebenê, wey li min porkurê, wey li min hêsîrê”

M. Mahsum ORAL
Sınır Dergisi / Sayı 7 / Mart Nisan 2011

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder