Mezelekî vala me
Li pê laşê xwe diherim
Diherim
Li himberî xwe disekinim
Laşekî bê xwedî
Bê hêvi
Li benda mirinê sekinî
Disekine
Haho
Ez hov im
Hovekî bê xof im
Bi zimanê xwe nizanim
Bi ku de diherim
Tu tişt dernakeve pêşîya min
Evd im
Li benda mirinê sekinî me
Disekine
Hey mirin
Ma tu nayê ji bo min
Bi tenê li vir im
Nemirim
Najînim
Mirîyekî nikare bimirim
Hey mirin
Wer bistîne canê min
Ne hemim
Ne tune mim
Derket pêşîya min mirin
Go evd nesekin
Li benda mirinê
Tu jîn nebûyî
Rûyê erdê te nedîtîye
Kesî qedera te ne nivîsandîye
Tu çênebûye
Tu çenabe
Nikarim tiştekî li te bikim
Û mirin
Wenda dibe
Ji ber min…
Mahsum ÇÎÇEK
Sınır Dergisi / Sayı 5 / Eylül Ekim 2010
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder