11 Ekim 2011 Salı

Ho Mirina Malikxerab!

Hin mirov hene, bi tenê piştî mirina wan behsa wan bi başî û xweşî tê kirin.
Lê hin jî hene ku di her rewşê de xwedîyên xatir û rûmeta xwe ne; bêşik yek jê  tu yî…

Gava tavê xwe da alî, xebereke nexêrê zingînî ji Lêfê anî. Nameyeke reşxeniqî kêf û şahî ji Berîyê hilanî. Heyv li benda rojê nema, darbesta te hilgirt li goristana Tilteêmkê danî. Dengê bûka mehekê di felekan re derket got; ”haho, Birahîmê min kanî?” Mirov kişîyan, ne serî hebû û ne jî binî. Dost tavilê civîyan ji her deverê û ji her dînî. Hezkirîyên te bûn yên ku dikir kûrînî. Dil dişewitandin, kezeb diperitandin axîn û nalînên bilind dibûn bi evînî. Kon hatin vegirtin, ne yek, ne dudu û ne jî sisê di bin ezmanê reş de bi xemgînî.
Kîkan ma di bin mij û moranê de. Hêsirên ezmanî ewrên li hemanan li bin guhê hevdu xistin û xem barîya di ber pozê Qerejdaxê re bi ser Berîya dûz de. Lehî rabû li erdê bêserî û bêbinî, Lêf û Berî man di bin pêlan de. Safî xem herikî di çeman de û şîna giran mirov dan ber xwe di meydanan de.  
Ho mirina malikxerab, bila çavên te birijin! Agir bi mala te bikeve! Tu nekî der! Tu yî ya ku hezkirîyan ji hevdu vediqetîne û nahêle evîndar bi miradên xwe şad bibin. Tu yî ya ku agirî li ber kulîna bavê lawan dadidî û sitûna wan tînî xwarê. Tu yî ya ku bi bêbextî ji xafil de çavên egîdan li dinyaya gewrik digirî û wan di sînga axa sar de vedişêrî. Tu yî ya ku qêrîna dêyan di felekan re derdixînî û zarokan çavmelûl û sêwî dihêlî. Tu yî ya ku mêran stuxwar dikî û jinan reş girê didî. Destirêjîya te ye ku bextewarîyê radike û şînê li dewsê datîne. Dilkafirîya te ye ku kulîlkan diqurmiçîne û gîyanan difûrîne û heval û hogiran di nav mij û dûmana hiznê de wenda dike.
Ho mirina bêwijdan! Ho ya ku me bi kula fêrisan birîndar dike û jîyana me bi derd û xeman bar dike. Ho dilkafira ku delalîyan di zaboqên asê de vedişêre. Ho neyara ku dilê me di newalên kûr ên bêbinî de gor dike! Ho ya ku darbestan ji dilê me dibezîne û axîn û nalînan bi me dixîne! Û ho çavnebara ku tehamilî jîyana Birahîman nake û wan bi xwe re hiltîne!
Bila tu zanibî ku em ê Memê Alan li pişta Bozê rewan siwar bikin û ji bajarê Mixribê bişînin pêşîya wî. Em ê postê kewan li Zîna Zêdanî bikin û ji Kanîya Gulanê pê re bifirînin û wî bi tenê nehêlin. Em ê ji serê keleha Heskîfê qefil bi qefil di hewara Berîyê de werin. Em ê ji nav dîrokê medenîyetên cur bi cur bidin tengala xwe û ji pala Çîyayê Mêrdînê xwe bera xwarê bidin. Em ê çîyayên ku xwîn digirîn, newalên şînî, qûntarên reşgirêdayî, bestên dilbikul, çemên xembar û Qosara dilşewitî li te mirinê, li te zalimê bînin hev û nehêlin tu bigîhêjî miradê xwe.
Ho Birahîmê delal, tu çawa bi vê mirina bêbext weritî? Ev çi hevkarîya te ya bi neyara jîyanê re bû li dijî me? Ev e gazinda ji te. Va te Berî bêxwedî, Lêf sêwî û bûka bi miradê xwe şadnebûyî stuxwar û heval û hogir bi êşeke kûr melûl hêlan.
Birahîmê delal, dibêjin ku yê jîyanê dide, gava wexta wê hat dê bi şûn de bistîne jî. Ma ev wext bû? Heger weha be jî ez serî hildidim li hember vê mirina bêwext. Ma ev ne zilm e ku yek miradan di qirikan de bihêle, ciwanan emirqutî bike, jinan stuxwar û dilên mayî parî bi parî bike? Bila ev gunehê min be, binivîsînin li defterê. Gava roja wê hat jî hûn bê minet in! A va qûça we!
Ho Birahîmê delal, meraqan nexwe, kulîlkên me yên ku tu bi bêhna wan sermest dibûyî ahdê dikin ku her stêrkeke nû li ezmanê me vêkeve, ew ê xemleke kurdanî bera ser bejn û bala xwe bidin û mizgînîyê bidin te. Her ku çirûskek li quncikekê xuya bibe, her ku ronahîyek xwe li tarîyekê rakişîne, her ku şewqek bide devereke xalî û tarîmayî, ew ê li ber keda te ya newendayî û hêjayîya te ya li ser serê ezmanê Berîya bêserî û bêbinî biriqandî, bi hestên minetdarîyê serê xwe bitewînin. Zarokên ku bi henûnî û dilsozîya te têr şad nebûn sozê didin ku her gava xewnek te rast bigere, ew ê bên ser gora te, kesereke kûr bikişînin û bi hesreta dilî bibêjin; “Xwezî, te jî ev roj bi çavên xwe bidîtaya.”  
Birahîmê delal, tu dê her li ba me bî, tevî wî dilê xwe yê bi hezkirinê ve mişt.
Em ê her miqate bin li wê evîna ku te nîvco hişt.
Bila çavên te nemînin li pişt.
Bila gora te bibe behişt…

Mustafa AYDOĞAN
Sınır Dergisi / Sayı 5 / Eylül Ekim 2010

Têbînî: Ev nivîs ji bo Birahîm Kiliçî hatiye nivîsîn ku di 22.10.2005an de, di qezayeke trafîkê de çavên xwe li dinyaya gewrik girtibûn

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder