Cara duyem e îsal li vir im;
li germava diyadîna agiriya giryan, hênik û bê xwedî…
Tu nînî vê carê… Li devê vê
hewza germ sûkut û bêdengiyeke xerîb li min hiltê. Rûniştime li keva avê, li
derdora xwe dinêrim. Li derdor û dîmenên ku ez dîdevaniyê dikim tengezariyê
diêxin bêhna min. Nefesdanûstandina min dikeve neqebeke nexweşkês û asê…
Cixare hêj tê kêşan hevalê
delal… Serikcixarên wan merivên tu dizanî, li keva hewzê û li ber dîwarên wê
dikevin rêzê... Dûxelekên wan ji devê wan li jor dikevin û dibin hevalbendên
hêlmeşûrana hewza kel… Hundir bi atmosfereke muzirî xwe li me dipêçe. Ez wan mûnzevî
seyr dikim, ew li min nerazî dinêrin… Çi bikim mamostê ezîz, ev kêmhişî qelbê
min diêşîne û min bi aliyê şikefta kul û xemgîniyê ve dikêşîne…
Hêvîşikestok û hêrsetoq im…
Li keva hewzê me… Tu nînî. Di
nav vê gumrehî û germahiyê de di sûkuteke xalî û giran de nim. Tu jî di bîra
min de yî… Bîra min dibe bîr û lîça bîranînan; em sêbahî bikin nizanim, nekin
nizanim: mêrikê ezerî hê jî kebaban difiroşe, ji xwe aciz e hê jî. Hat bîra te gelo,
ku em hem dikeniyan hem dixemiyan car carnan li vê serheda bê belg û dar?
A baş neêşînim serê te,
tişteke dî bînim bîra te: Ew melodibeste û awaza ji dilê min derketebû û hatibû
û ketibû bîrahiya telefona te -wextê ku em bi hevre hatibûn liha û sê rojan
mabûn- emanetê te ye, winda neke ji kerema xwe…
tebax2008diyadîn
Sidîq GORÎCAN
Sınır Dergisi / Sayı 8 / Mayıs Haziran 2011
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder