2 Ocak 2012 Pazartesi

çavên min

ax her du çavên min
ku dema ez
li xwe hûr dibim
û di nava xwe de dibim parî parî
ku dema ez
girîftarê rêwingiyekê pînhan dibim
û xefane dikim zarezarî
tu çiqa dibî du şibakên rind
du kilamên melûliyê
du stêrkên dûr û bilind
du peyvên bêdev
du peyvên lalî
û
kerrahiyê

Hacı YILMAZ
rezber2010wan

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder