Roj derdikeve
Heyv vêdikeve
Ken bi wêca dikeve
Hêsir di çavan
Baran li ezmanan
Disekine
Heyv xwe lê digire
Û ji dinyê dûr dikeve
Dûr dikevin
Dimeşin
Bi destên hev digirin
Xwêdan didin
Bêhn vedidin
Bi laşên hev dihesin
Li hev digerin
Germa laşan belav dibin
Bi gunehên veşartî dihesin
Û dûr dikevin
Bi sebrek qedîm dimeşin
Bi canê hev dileyîzin
Û dûr dikevin
Û dûrtir dikevin
Ji insên
Ji dengê insên
Dûr dikevin
Naxwazin dengê wan bibîhîzin
Dûr dikevin
Ji goştxwur
Ji gur jî goştxwur
Dûr dikevin
Naxwazin di nav lepên wan de bimînin
Dûr dikevin
Ji heywên însantir
Ji şeytên jî bi gunehtir
Dûr dikevin
Naxwazin reşê wan bibînin
Dûr dikevin
Dûr û dûr in
Ji gund û bajar
Ji nas û nenas
Dûr in
Dûr in
Ji dar û beran
Ji xan û mezelan
Ji teyr û teban
Dûr in
Nêzîk ketin
Nêzîkî agirekî wenda
Nêzîkî govenda pîrabok cin û perîyan
Sekînîbun li hêvîya wan
Bi hevre di lîran u distiran
Ew bûn bûk û zava
Bi sîya êgir govend girtin li ezmana
Eşq vedan
Şewq didan
Bûn agir li dora xwe vedan
Bêhn vedan
Deng didan
Agir li hundurê hev dadan
Hilm kirin
Maç kirin
Bûn agir û bi hev ketin
Mahsum ÇİÇEK
Sınır Dergisi / Sayı 6 / Kasım Aralık 2010
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder